Carekê mirovekî zana hat ba min.
Carekê mirovekî zana hat ba min.
Got, "Ez rê nas dikim, tu were."
Ji vê re kêfa min hat bê payan.
Me bi hev re lezand.
Hê tiştek neketî navê, em gihiştin
Dereke ku çavên min bê havil man,
Pêyên min ez bi kû de dibirim min nezanî.
Min hişkehişk girt bi destê hevalê xwe;
Lê dawîyê wî kire qîrîn, "Ez winda bûm."
Stephen Crane
Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin
Bifikire Her Wekî Ez Difikirim
"Bifikire her wekî ez difikirim," got mirovekî,
"Yan na, tu bi mehdxelênekî nepak î;
Beqekî bejî yî tu."
Piştî ku ez di wê yekê fikirîm,
Min got, "Baş e, ez ê bibim beqekî bejî."
Stephen Crane
Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin
Gava Ku Pêxember
Gava ku pêxember,
peyayekî ji nava xwe têr î qelew,
Gihişte lûtkeya çîyê,
Kire qîrînî: "Wey li zanîna min!
Min mebest bû ku min erdên pak î spî
Û erdên nepak î reş bidîtana -
Lê bergeh gewr e."
Stephen Crane
Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin
Siwarên reş ji pişta behran hatin.
Çingînî û ringînîya rim û mertalan bû,
Hurmînî û gurmînîya sim û pehnîyan bû,
Halanên hovane û pêldana porê wan
Di bez û êrîşa li ser pişta bê de.
Ji vê çêbû ku Guneh rabû ser zîn.
Stephen Crane
Ez Li Ser Cîyekî Bilind Sekinîm
Ez li ser cîyekî bilind sekinîm,
Min dît, li jêrê birrek şeytan,
Baz didan, lotik didane ber xwe,
Heng û bezma gunehan dikirin.
Yekî bi girnijîn li jorê nihêrî,
Hilda got, "Hevrêyo! Birako!"
Stephen Crane