Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Tofan Gönderileri

Tofan kitaplarını, Tofan sözleri ve alıntılarını, Tofan yazarlarını, Tofan yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
De îcar van ciyan, van dar û van keviran bi hezarên salan nan û av dan me me re bun sitare , ya ketbê evîna ilahî!
"Serê xwe li ba dikim û xwe bi xwe dibêjim: ev îro û ev zemana çima welê ye, Xwedê!"
Reklam
Vê çîrokê... divê "Hûn evê ji zarokên xwe re vebêjin, zarokên we jî ji zarokên xwe re û zarokên wan jî ji nifşên dahatû re." (Tewrat - Yoel I:3)
Peywend
Ya qadirê erd û asiman! Ez evdekî Te î ji axê Ahmedê Xanî, ji cenabê Te î zulcelal lava dikim ku bi destûr û fermana Te, ji îro û pê ve her sêsed û sê salan carekê Bekoyê Ewan bi rûyê vê dunyayê bikevit. Qesd û mexseda ji evê lavayê ne ew e ku bêmarîfetiyek bibit, na û bîlekis, belbî jî mebest ew bit ku ev hîkmet mîslî lutfeke Yezdanê erşî ala bibit îbret-î milet. . Ahmedê Xanî
Li vê dunyayê em gelek caran êşiyan û hîn jî dêşin, di her carên weha de êş li me bû hêsirên çavan û hîn jî dirijin. Me jî bi wan hêsirên çavên xwe agirê dojehê vekuşt û êdî di ola me de dojeh nemaye.
ŞER E, ŞÎN E, ŞAHÎYE... ew êdî Xwedê dizane bê çiye, lê ez nizanim. Ez nizanim bê li kuderê ye jî. Hawirdor tîr û mîna reşkonekî kurmanciyê tarî ye. Agirekî bi revî, agirekî bi rengên fodilî li binê vî reşkonî bilind hildikişe û li ser sûretê sofîyekî datê. Sofîyekî ji herdu çavên xwe kwîr, di vê tariyê de û li pêş vî agirê pîrozwer çog dane erdê û li ber defa sîngê xwe elbaneyekê tilî dike. Bi eşq û hunereke welê diricifîne ku meriv dibêje qey bi agir re ketiye şer û qayîşê, meriv dibêje qey agirperestekî dema Medan e û bi agir re digirî, dilorîne û bi agir re direqise. Bi vê ricifîna elbaneyê re şingeşingeke îlahî bi wan hemû xelekên hundirê qasnaxê elbaneyê dikeve, ji navê û berjor ew jî xwe pê re ba dike û reşiyên li dora şahra serê wî di ser hev de pêl didin.
Reklam
gelekî li min xerîb naye ev gotin!!!
Ku meriv pereyan berhev nekin û nedin wan, meriv ji wan re li çepikan nexin, meriv bi serê xwe bifikirin û bi zimanê xwe bipeyivin... a wê çaxê meriv heram û xayîn in. - Te behsa çepikan kir... bala min kişand ku te jî ji wan re li çepikan nedixist, dibêjim. Na xwe tu jî bûy xayîn?
Sayfa 63 - peywend
57 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.