"li dûr jî her em nêzî hev bûn, tu zanî
her nehênîyek te hebû li benda min
li wê vekolim wek nameya nehatiye xwendin
û min pirs li pirsê bar dikir
da neyê zanîn xeşîmîya min"
"ez nevîyê xemê me
diya min ax e
bavê min ba
her xurbetê raçand
tevna çîroka emrê min
ji ber wê ye
piştkul im ji avê
dilgiran im ji baranê
ji ber wê ye
nefret dikim
ji sînoran!"