Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Xewle Ye Xewn?

Mitan Şareza

Xewle Ye Xewn? Gönderileri

Xewle Ye Xewn? kitaplarını, Xewle Ye Xewn? sözleri ve alıntılarını, Xewle Ye Xewn? yazarlarını, Xewle Ye Xewn? yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Vedigerim ser koça kujerîya xwe ya şûmî Kêferata tikakirinê ye li min diare Berê min her li wê sermestîyê ye Qufla hezar daxwazîyên min carekê bi dîtina te ye" Dema ku tu bajarekî ji jîyana xwe derxî Yek kêm dimîne tu
"îro awêneya bindestîya neteweyeke bêdev e Kobanî... Kobanî ku tu bikevî, ez ê dilê xwe daynim ji hebûna xwe. bila êdî kesek qala mirovahîyê neke ji min re." Di dîmenên kînarên gumanan de beliqîye Heyveroneke tamsar û kevanîyeke hejar Ji çepilên rojê revandiye senfonîyên bayên sibeha porkur û notayên tenûra vemirî Di pêlên vîzevîzê
Reklam
"Nizanim êdî, di ser kê de kirasê helbetên xwe biçirînim" Dibêjin ku kulmek ax jî, ji çavan re dibe mirin Ku ew qas bajar, ew qas rê, baran û bager û bi dehan welat Behr û çîya di navbera meriv de bin Nizanim rast e? Lê wisa be çima ji şevan re, bi dizî navê te dibêjim?
"Me gotinên xwe yên bêsînor xist paxila çîrokên zarokatîya xwe lewma çavên me hê jî warê stêrkan e" Di binê banê welêt de em êdî ji peravên hezkirinekê li axa hev du hiltên Tenê parîyek barana ewilî wê derîyê dilê me ji kenên kulîlkan re bixemilîne Niha bi kulman pinpinîkên bihara temenê me di guhên asîmanan de distrên
"Zimanê min û şevê jêkirî ye koçberekî dawîya temenê bayê sibê me" Têkçûnên min li ser vê axê mirinê dadigirin Navên kîjan deverê li xwe dikim rêya neçûnê dide ber min Têkçûnên min li ser vê axê Ji pirsan hînî parsekîyê bûye Ji tirsan derewîn bûye Kor î kût Hişîyar dibe rojên min û gavên min li ber pêlan cangorîyê evîneke neçar e Lal û ker digerin dînên dilê min Lê navê straneke bîyanî ye di çermên axê de bûye gor Texsîr neke Galgalên ku ji pûşên kayê di dev û pozê hêvîyên min de bênderan bi cî dike û neçarîya min ji beytikên zivistanê re name ye Têkçûnên min, li ser vê axê hirîya bê diqusîne şivanekî bajarî ye
"Ji te bi wê detir tiştekî din, dîsa tu yî Mala êr bar dike ev peşkên dilguvêş" Dafên ku ji hêla ramûsanan ve refan radike di min de çivîkeke birîndar dinalîne Lalîya ku, ji kûr ve min diperitîne xemilîya min, a di dil de stewrketî awêneya zayîna derîyê vegerê ye ji hişê birçî re û ev keftûlefteke xwenasînê ye berate ye, li devê şevekê kenên te Te ez bi rewnaqan virvirandime tarîtîya keştîya xeman û te jî dît Dawîya dawî, her tişt dibin şev û dîsa ez zarokekî hatiye qeşartin ji xewnan û dîsa ez destvala belê min jî dît Dawîya dawî, her tişt dibe şev
Reklam
"Kurdistan, navê te êdî bila Kobanî be Ji ber ku wan ji kezeba dayikan li çar kînarên te senger vedan" Min di sengerên welêt de bi hêsirên xwe, şervan av dan Dibişkuvî her şer her şervan ji bo biharan
"Ji agirê xwe dawerivî xwîna min bibe Pirometheus Ez im ê ku ji qewmê Arî" Dema ku ez destên xwe diavêjim qefesa sînga xwe bi dizî êvarek lê dide Xwedareng e birîna min a ji alî Mahabadê Rojhilat jê diçe û li heyveronê şûrekî Zerdeştî dibiriqe Di wê kelekela evînê de, pê li dirîyên hundirê xwe dikim şewata welatekî ye jê diçe û peyvên
"Zarokên ku di parzûnên dilovanîyên we yên sexte de bi qalikên birînên xwe re, bincil bûn û çûn" Ji perîkên baçermokan hibra xwe ya dawîyê dirûçikînim û ji we belawela dibim, wekî pûşên ku di şerê bê de çawa tenê nemînim çawa
"Pelweşînê! Te rojên min bi dengvedanekê dehf da bêdengîyan Êdî şikandina xwe, di destên kesên din de dimalim" Gurzek nermînîya wateya te, ji hestên min diçilmise Beyarbûyîna bêzarîya xwe, ji axa te dibihîsim û li vê tofana hundirê min binêre Nikare te ji ser pişta pêtên eşên xwe biavêje Belê! Her şev ji wê şevê fêr bû Hûr dinalim ji te
63 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.