Xewna Pîrepindan

Şêrzad Hesen
Te ne eşq û ne jî şer bi min re dikir. Te fenbazî, xefik û davikên xwe tecrûbe dikirin; bend û davên xwe dihûnan. Te ciwaniya xwe ya xapînok saz dikir. Hêdî hêdî bi sêrbazî û fitnebaziya te ve dihatim girêdan. Dihatim... tarîtî, germiya nava te û hilma te ya germ gazî min dikir. Dihatim û min serê xwe dixist devê te de da ku germ bibe. Min di herdu guhên xwe de, hest bi zext û şepêla xwîna te dikir. Deryayekê di hundirê te de dikir nalîn û axîn. Di ruhê te de, bahozeke dîn bi min dileyist. Behitî û sergêjtir bûm ku bizanibim ew axîn û nalîna şehwet û hewesê ye. Şehweteke dîn e yan banga bive ya mirinê ye. Ne bi çavekî, min bi hezar çavî tîrbûna tarîtiya nava te didît. *** Di navbera tarîtî û ronahiyê de winda dibûm. Neçar û westiyayî, min dixwest xwe di şikeftê de winda bikim. Xeweke kûr ku firefira çûkan, min jê hişyar neke. Di wê kêliyê de, sed asmanan jî xwesteke firînê nedida min. Tarîtî û ronahiyê ku li pey hev cihê xwe diguherandin, şaş dihiştim. Çi mestî û cadûgeriyek ji canê min ê hîlak û çilmisî re bû. Guhê min li hawar û daxwazekê bû di nava te de ku ji bo pevgihîneke xweş, sêrbaz û helandineke bêdawî û xeniqandineke bê êş gazî min dikir.
Author:
Şêrzad Hesen
Şêrzad Hesen
Translator:
Besam Mistefa
Besam Mistefa
Estimated Reading Time: 2 hrs. 2 min.Page Number: 72Publication Date: 2011Publisher: Avesta Yayınları
ISBN: 9786055585693Country: TürkiyeLanguage: Kürtçe

Comments and Reviews

See All
72 syf.
·
Not rated
Gelo mirov di xewnên xwe de çawa dikare bijî? Gengaz e? Ihtimalekî wusa heye? Piştî xwendina pirtuka "Xewna Pîrepindan" a Şêrzad Hesen, ez mikur dikim ku hin mirov dikarin di xewnên xwe de bijîn. Şêrzad Hesen bi awayekî wusa qala xewnan dike ku zehmet e ku mirov baweriya xwe bi wî tiştî re neke. Xewn ne tenê xewn e. Xewn rastiyekî jiyana mirovan e. Xeta di navbera xewn û rastiyê de rabûye û xewn û rastî tevlihev bûne. Di romanê de serleheng di jiyana rast zêdetir di xewnên xwe de dijî. Ev jiyan ji şeklê mirovan zêdetir di şeklê ajalan de dijî. Serleheng dema ku radiket wek mirovekî asayî radiket lê di xewna xwe de insanetiyê derdiket dibû ajalek. Dibû şêr, dibû gur, dibû çûk... hwd. Di dawiyê de jî ew û jina xwe di xewnê de dibin Pîrepind (pîrhevok). Piştî vê xewnê çîrok dest pê dike. Li ser xewn û têkiliya pîrhevokan rastî û xeletiyên jin û mêran dinirxîne nivîskar. Pirtûkekî sosret. Min beriya vê pirtûkê du pirtûkên Şêrzad Hesen xwendibûn. " Hesar û Kûçikên Bavê Min û Jineke Xinanî" Ew jî pirtûkên sosret bûn. Di nav van her sê pirtûkan de "Hesar û Kûçikên Bavê Min" min gelek hez kir. Ew kesên ku dixwazin Şêrzad Hesen bixwînin bila pêşiyê dest bi xwendina Hesar û Kûçikên Bavê Min bikin.
Xewna Pîrepindan
Xewna PîrepindanŞêrzad Hesen · Avesta Yayınları · 20116 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.