Herêma Farqînê yek ji wan herêmên zengîn a folklora kurdî ye. Di vê pirtûkê da gelek çîrok û xebroşkên herêma Farqînê hene. Zimanê van çîrok û xebroşkan çêja zimanê kurdî di xwe dadihewînin û neketine ber pêla bişaftinê. Alan Ezîzan, bi salan daye dû șopa zarbêjên wê herêmê û ji kewara wan, ji me ra berhemên hêja berhev kirine.