Baskê bazekî şikandin asîman firînek wenda kir
çavê xezalekê kor kirin awirek ji kîsê deștê çû
guleyek ket qirika kewekê çiya stranek wenda kir
Şêrko Bêkes
Min got.
Dayê, dilê min diêşe
Hêstir ji çavên min dibarin.
Ji min re got.
Delala min, bikene
Bila çavên te biberiqin
Da ku êşa dilê te şerm bike....
Karîna Osêyan
Kulîlkên xerabîyê duqurmiçînim, xerab nîn im, min effû bike
Min zêde ji beybuna hez kir.
Bi rastî tu were
Ezê gula biçînim ewê beybun ji me hez bikin,
Em ê çîrok a bêjin ewê şev ji me hez bikin...
Ez yek ji wan kesan flankes kurê flankes, ji te hezdikim.
li zozanên dilê te xwe bi hêşînîya biharên te hênik dikim.
li cîhekî dur im, her der çîya,
Di turikên min de tiştên rast heye, mîna rê.
ber bi asîmanê te difirin pinpinîkên zarokên min.