h

Helbestê Kurdî

7 üye
Leyla
Leyla keça Mîd û Med e Canê xwe da di ber me de Bijîn heçî ku can fîda Xweş bin ji ter jar û geda Leyla çi ye? Leyla jin e
Cegerxwîn
Cegerxwîn
Sebahul xeyrî xana min Şehê şêrîn zebana min Tu yî ruh û rewana min Bibit qurban te canê min Te alellah çi zat î tu Wî şêrîn sifat î tu Ne wek qend û nebat î tu Yeqîn ruh û heyat î tu Heyat û reheta canê’m Sebahul xeyrî ya xanim Were bînahiya çavan Bibînim bejn û balayê Sebahul xeyrî mesta min Letîfa cam bi desta min Xumar û meyperesta min Tu yî meqsûd û qesta min Ji meqsûdan tu yî bes min Bibin ber çerxê etles min Ji xeyrî te nedît kes min Bi reş toz in miqewwes min
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî
Reklam
Ey dîlbera gerden zerî Wey nazika dêm qemerî Qamet ji mûma fenerî Wêran ez im, malê'm xirab Ey dîlbera qamet misal Wey nazika dilî hejar Te ji xwendinê kirim betal Wêran ez im, malê'm xirab
Feqiyê Teyran
Feqiyê Teyran
Sirra sibê li ba bû Dara hewrê veciniqî, hişyar bû Tevziyek da xwe, tevziyek kûr Û rahişt bilûrê danî ser dirana Blûr, Ji sedsaleyên dûr Û ji kezeba kûr stra.
Dîlbera qeşeng Terhîn û ciwan Li serî zerzeng Di dest de piyan Pêşkêşî min kir Meyê ji lêvan Bi vexwarin da Kirim natiwan
Ey bilbila baxçê gulan, çira dikî şîn û gazî Yar cem te ye, gul ba te ye, tu wek min ê belengaz î? Belengaz im ji ezel da, heqê min e şîn û gazî Sergerde û bê yar û dost, ne min per e ne azadî Azadiya ger min heba, yar û welatê min heba Ez li ser textê sema, wek te dibûm serefirazî Serefiraz î bi perwaz î, tu aşiqê sehergaz î Azad û hem bi dilxwaz î, ne wek min ê bênewaz î Bênewaz û bêçare me, 'aciz û bêder mande me Hêsîr û qeyd û bende me, bilbil ji min çi dixwazî Bilbil çira wer dinalî, çira melûl û bêhal î? Ji ber eşqa gula al î, yan jî wek min bêheval î? Bêheval û bêhogir î, bextê reş û bê talî' î Ji bo me ra ji roja ezel, xaliq wisa teqdîr kirî Ey xaliqê kewn û mekan, rehîmê insan û him can Carek li me rehmê bike, ma em ne mexlûqê te ne? Rehma te bê hed û hesab, j'bo herkesê j'bo xas û 'am Mehrûm tenê em bûn ji nav, ma qey ne em kolê te ne?
Reklam
61 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.