Du par ji şevê çûbû, ew şev
Benderih di xewnên kûr de.
Masî nedilivîn di golê
Şirrîna çiravan westandî
Û gul û giya
Kerr û lal.
Diyekê hilpetikî ji xewnê
Me ser netewand, li ber kesî di jîna bûrî
Lê, ku ji vê jînê re jî, jîn bête gotin
Me ser netewand, ne li ber sirra spêdê,
Ne li ber tariya ku çavê şevê dirihotin
Û ne li ber qêleqija Tîrmehê ku;
Ew qêleqija laş û hinav tev de disotin.