bilûra min,
dengê xwe berde!
dinya, mîna zarokekî berşîr,
ket dergûşa xwe;
dengê xwe berde, bilûra min,
û jê re bilorîne,
xema wê birevîne!
bilûra min tu î.
youtu.be/_0v1DXL-IEo
Ew qas nehêjaye dinya,
xema wê bixwî
Bi emanetî hatiyî
Divê zû herî
jixwe, bi taybetî di rojên pîrî
Başe xwe bigrî li quncikê tarî?
Bi bêxemî bijî, bi bêxemî bimre
Xwe li quncikê tarî yê meyxanê bigre.
Bi mestî bimre, bi mestî rabe
Heta roja heşrê mestiyek besî te ye
Ey sofî bese êdî , hew rastiyê lixwe ke
Were cem min firrekî vexwe
Ev der li gor wir weke mezra ye
ji dûvikê riha te çi jê dernayê
Ku li vir çawa bî, tê her wisa bî
Ger li vir rûxweş bî
Li wir jî tu yê rûxweş bî
Ku şemitîna stêrkek
Nimaya mirina yekî mezin be;
Herşev ji esmanê me
Stêrk dişemitin bê hejmar.
Ne bêsedem û beyhûde ye,
Ku hêvîdarên siberoj in, em.
Me welatek wer zayok heye
Ranaweste li ber rihstîn tu car.
Neşemitin stêrk! bêsedem,
Nexuricin bê şop û bê ronahî.
Xuricîna we, divê azahî
Tov ke li dû xwe, bi kerem.
Van hozana bes vehîne
Weke mêran xwe b’gehîne
Hey delalê dilê Fato
Evîna te kirim pato
Yara te me, her ya te me
Ez dilber û zerya te me
Canê þirîn bike xelat
Heke hat û heke nehat
Ma dem ji bo bejna min e
Nehatin jî, her hatin e
Xwe rapêçe ji bo jînê
Wêran bike qehr û þînê
Ji nû dîsa’ da ez vebim
Heta hebim, her bo te bim
Ez her gul bim, tu gulçin bî
Ez bo te bim, tu bo min bî
Gul û bilbil, keyf û sema
Hemî gav û hemî dema’
Akrê, sala 1963-ê