Ey Kurdistan
Ey agir
Ji bo ku te bikin parçe û dagir
Hov in, êrîş dikin di dest wan de bivir
Me li dijî dijminên te yên kafir
Li jêr û li jor şerr kir
Tu nizanî bê ji bo te kî mir û kî nemir
Tu her delala ber dilê me bûyî me da te qedr
Tu yî sebr
Tu yî ahd û îman û cirr
Qet nîn e ji navê te xweşiktir zikr
Me ji bot e belqitand emr
Me qebr kir qesr
Me ji koma meytên şehîdên xwe çêkir
çiya û agir
Me ji bo te rijan hibr û hêsir
Me tu bi xwîna xwe kirî Tahir
Çûyîna min
Ne bişkûvîna rîhanan e
Bi çend dem û dewran in
Ez têm û diçim
Dibezim û diçim
Direvim û têm
Hedar nayê û diçim
Hedar nayê û direvim
Bi tenê
Gilîpirseke min heye
Çima dil dibe dîle xwelîdanka evînkujan?
Vejêne zımanê xwe ey xwendevan
Nebûye mılet hiç kesek bê zıman.
Bınêre zımanê te çend dewlemend
Lı bajêr, tu carek xwe bıghêne gund.
Bıbêne çı şêrine ev reng zıman,
Çı payebılınd û çı rûmetgıran.
bê welat jî mirov dikare bijî
mîna kûçikan
mîna kûçikên bêxwedî jî
dinya welatê min e
mirov dikare bêje
mîna utopîstan
mîna kuçikên utopîst
lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî
pehîna xwe li te bide
biçî ku, herkes kûçikê xwe berra te bide
him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke
him jî tukes li te xwedî dernekeve
û li seranserî cîhanê
hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî
wê demê belkî xwediyek û welatek ji te re lazim be
ji bo ku tu kûçiktiya xwe bijî!
Ferîd Xan
Ger ez ba bûma
min ê porên te bi alasta
ger baran bûma
min ê xwe li nav çavên te bixista
îcar jî ji vê kulê nemirim
ji bilî kulîlkan
careke din hew hez dikim