Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Profil
256 syf.
9/10 puan verdi
Qendîlê pêxin û guh bidin dengê Îlhamî Sîdar
Ji Îlhamî Sîdar re dipirsin, tu ji bo edebiyata kurdî dixwaze çi bikî? Îlhamî Sîdar dibêje;" Ez dixwazim di navbera xwînerên aniha û klasîkên kurdî pirekê ava bikim" Pirtûk Bi rastî jî îlhamî Sîdar di vê pirtûkê de ev pir ava kiriye. Beriya xwendina vê pirtûkê jî haya min jê Melayê Cizîrî hebû min çend helbestên wî jiber jî kiribû lê piştî xwendina vê pirtûkê min Mela pirtir meraq kir û çend pirtûkên li ser helbestên wî hatine nivîsandin lêkolîn kir. Di pirtûkê de nivîskar dixwaze bi me bide fêhm kirin ku Melayê Cizîrî jî mirovekî weke me ye û heta ew helbest nivîsandine gelek zehmetî kişandiye. Carina gelekî xwestiye binivîse lê bi mehan tiştek li ser hev neaniye. Ango ew jî wekî me bû û bi xebateke zêde gihîştiye wê astê. Min ji pirtûkê ev fêhm kir. Bi rastî jî min zimanê nivîskar gelekî eciband û ji ber vê yekê jî hema îro pirtûka wî a bi navê "Memê Din" stend û di demeke kin de hêvî dikim ez ê wê bixwînim.
Xewneke Payîzê
Xewneke Payîzêİlhami Sidar · İthaki Yayınları · 20155 okunma