Profil
Derdê dilêm çu dermanek lê nayê Şîretan lê dikim qet nayê rayê Ba jî nabe, ku ez bidim ber bayê Davêjim nav êgir dû jê hilnayê
Min heye serek, lê wî nîne saman Min heye xemek, lê wî nîne payan Eger bawer nakî ji min were pêş Bibîne derdê ku jêr'r nîne derman
Reklam
Newaya nalê, yê kuldar dizane 'Eyara zêrî, zêrînkar dizane Werin dilsotîno, pêkve binalîn Ku qedrê dilsotî, dilar dizane
Saqî were bêje min çi lewn e ? Ev kewne xeyal e ya ne xewn e ?
Ya Reb tu bi heqqê Mustefa key Xanî bi xwe ra tu aşina key
İnsan bixwe hem zelam e hem nûr Adem ji te hem qerîb e hem dûr
Reklam
Nûr î, tu di husnê rûyê dildar Nar î, tu di qelbê 'aşiqê zar*
Bê neqşê te neqşê xame, xam e Bê namê te name netemam e