Bedîüzzamân’ın,
Kürd Teâvün ve Terakkī Gazetesi’nin
22 Teşrînisânî 1324, 11 Zilka'de 1326 [5 aralık 1908] târihli 1. sayısının 7. sayfasında yayınlanan Kürdce Makalesi
Nesîhetê Bedîuzzeman Mella Seîd‑ê Kurdî
Ey gelî Kurdan!
Îttifaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet, hukûmetê de selamet heye. Kapika ittihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we ra bibêjim:
Hûn bizanin ku sê, sê cewherê me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek Îslamiyet, ku hezar hezar xûna şehîdane bihayê wê dane. Ê duduyan însaniyet, ku lazime em xwe nezera xelqê de bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însaniyetiya xwe nişanî dunê bidin. Ê sisiyan milliyeta me ye, ku meziyetê da me. Ê berê ku bi qenciya xwe saẍin; em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe rûhê wan qebra wan de şad bikin.
Piştî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin: Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye. Ê duduyan cehalet û bê xwendinî, ku hezar ji me da yek «qazete» nikarin bixûnin delîlê wê ye. Ê sisiyan dujminî û îxtilafe, ku ev 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyeyê dike û hukûmet jî, ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir.
Ku we ev seh kir bizanin çara me ev e: ku em sê şûrê elmas bi destê xwe bigrin; ta ku em hersê cewherê xwe ji destê xwe nekin, hersê dujminê xwe ser xwe rakin!. Û şûrê ewil* me'arif û xwendine. Ê duduyan îttifaq û muhebbeta millî ye. Ê sisiyan însanê bi nefsa xwe şuẍla xwe bike û mîna sêfîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û pişta xwe nedetê.
Wesiyeta paşî; xwendin, xwendin, xwendin û dest hev girtin, dest hev girtin, dest hev girtin.
Munla Seîd
Bedîüzzamân Molla Saîd-i Kürdî'nin Nesâyihı
Ey Kürdler!
İttifâkda kuvvet, ittihâdda hayât, kardeşlikde saâdet, hükûmetde selâmet vardır. İttihâd halatını ve