46. Qismek ji cihûyan bêjeyan tehrîf dikin (wan diguherînin) û dibêjin: semi‘na we ‘esayna, wesme‘ xeyre musme‘în û ra‘îna. Zimanê xwe lê diherbilînin û pê dev diavêjin dîn. Hal ev e ku eger bigotina, semi‘na we ete‘na (me bihîst û me fermana te pêk anî), unzurna (li me guhdarî bike û li me binêre), dê ji wan re çêtir û rasttir bûya. Lê belê bi sedem kafiriya wan Xwedê lanet li wan barand. Vêca ji bilî hinekan ew bawerî nayînin.*