Bi Navê Xwedayê Reḥman ê Reḥîm.
Hemd (pesn û spasî) ji Xwedê re be ku ew perwerdegarê ‘alemê ye.
Ew ê ku Rehman e, Rehîm e.
Ew ê ku xwediyê roja hesabdîtin û cizadanê ye.
Em bes ji bo te îbadet dikin û her ji te arîkariyê dixwazin.
Riya rast û durist nîşanî me bide û me li serê rasterê bike.
Riya wan kesên ku te qencî û dilşadî daye wan; ne ew ên ku xezeb li wan bûye
û ne ew ên riya heq şaş kirine.