q

Qurana pîroz

1 üye
Sûreyê Înşîrah
Bi Navê Xwedayê Reḥman ê Reḥîm 1. Erê ma Me sînga te (ji bo ahkamên dîn) venekir? 2. Ma Me barê te li ser te sivik nekir? 3. Ew barê ku pişta te xistibû ber te. 4. Ma Me nav û dengê te bilind nekir? 5. Vêca birastî digel her tengasiyê firehî heye. 6. Birastî digel her tengasiyê firehî heye. 7. Nexwe dema ku tu (ji karekî) vala bûyî, dest bi karekî din bike. 8. Bila perwerdegarê te jî daxwaza te bê.
SÛREYÊ NÎSA
Helbet bi wekîlî û piştevanî Xwedê besî te ye.
Sayfa 59 - Ayeta 81Kitabı okuyor
Reklam
Sûreyê E' raf
162. Vêca (piştî van fermanên me li wan kirin) ew ên ku zilm û zordarî kirin, ew fermana Xwedê ya ku li wan kirî bi tiştekî din guhartin. Êdî bi sedema zilma ku kirin Me ji asîmanan ezabek bi ser wan de şand.
SÛREYÊ BEQERE
243. Ka ji min re bêje: Ma ew ên ku ji tirsa mirinê ji welatên xwe derketin digel ku hejmara wan bi hezaran bû, te nedîtin? Xwedê ji wan re got: “Bimirin” (ew jî mirin), piştre ew sax kirin. Bêguman Xwedê li ser mirovan xwedîkerem e. Lê belê piraniya mirovan vê naşêkirînin.*
Sûreyê Fatîhê
Bi Navê Xwedayê Reḥman ê Reḥîm. Hemd (pesn û spasî) ji Xwedê re be ku ew perwerdegarê ‘alemê ye. Ew ê ku Rehman e, Rehîm e. Ew ê ku xwediyê roja hesabdîtin û cizadanê ye. Em bes ji bo te îbadet dikin û her ji te arîkariyê dixwazin. Riya rast û durist nîşanî me bide û me li serê rasterê bike. Riya wan kesên ku te qencî û dilşadî daye wan; ne ew ên ku xezeb li wan bûye û ne ew ên riya heq şaş kirine.
SÛREYÊ BEQERE
13. Dema ji wan re tê gotin: “ka çawa xelkê îman aniye hûn jî îmanê bînin.” Dibêjin: “Erê, ma çawa em ê mîna aqilsivikan îmanê bînin?” Nexêr; birastî aqilsivik her ew bi xwe ne, lê belê ew nizanin.
Reklam
78 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.