q

Qurana pîroz

1 üye
Sûreyê RûmSûreyê Zumer
SÛREYÊ BEQERE
269. Xwedê, kê bivê hîkmetê dide wî û ji kê re hîkmet bê dayîn, bi rastî xêreke pir jê re hatiye dayîn. Ji hişmendan pê ve tu kes jê şîretê wernagire.*
SÛREYÊ BEQERE
266. Erê ma yek ji we dixwaze ku baxçeyekî wî ji darxurme û mêwan hebe, tê de rûbar bikêşin û ji her celebên mêweyan tê de hebin, (ji aliyekî ve jî) kalîtî wî lawaz bike, ji aliyê din ve jî zarokên wî yên jar hebin; vêca bahozek rabe ku tê de agir hebe, îcar (bostanê wî) bişewitîne! (Helbet tu kes vê naxwaze). Her wiha Xwedê ayetên xwe ji we re eşkere dike da ku hûn bifikirin (û ji wan ders û îbretê bigirin).*
Reklam
Bêguman
Xwedê dewlemend e, berbihêr e.
Sayfa 32 - Sûreyê Beqere ayeta 263Kitabı okuyor
SÛREYÊ BEQERE
163. (Gelî mirovan!) Xwedayê we Xwedayekî tek û tenê ye. Ji Wî pê ve tu Xweda nîn in. Ew e yê Rehman yê Rehîm.
Bêguman
Bêguman Xwedê Reûf e, Rehîm e.
Sayfa 18 - Sûreyê Beqere ayeta 143Kitabı okuyor
SÛREYÊ BEQERE
125. Dema Me Ka‘be ji mirovan re gerand cihê lêvegerîn û lihevkombûnê û me ew gerand êminahî û ewlegehî; Me ji mirovan re got: “Hûn jî meqamê Îbrahîm ji xwe re bikin ibadetgeh. Me ferman li Îbrahîm û Îsmaîl kir ku hûn ê mala min ji bo tewafkaran, î‘tîkafkaran, rukû‘karan û secdekaran paqij bikin.”*
Reklam
Geri17
78 öğeden 71 ile 78 arasındakiler gösteriliyor.