ez şehîdek bê navim,
tirba min ne xuyayî
şevek teqîn û nalîn,
stêrk a min rijiyayî
belkû serê çîyakî,
belkû ser zinarekî
li ser darekî kizwanê,
min navê xwe kolayî
mirina bi mêranî,
xweştire ji bindestayî...
ez şehîdekî bê navim,
hûn ware min nizanin
li bajarê cizirê li qiraxa wê avê,
carna suka licê me, ku agir dabû navê
li bajarê amedê binê dara çinarê,
sî û sê sipîndarim carna li gola wan ê