Heta kengê binalin em li bindestê neyara,
Tên kuştin li bakûr li başûr û rojava,
Bi darvebûn li amedê li meydana çarçira,
Ma ne ezim hêna girtî li zîndan û girava..
Abdullah Yavuz
Bêşebab/Batê
Çîyayên Kato 2024
Ji gilî û gazinên min tu kes fehm nekir.
Min axînek kûr kişand û berê xwe guhert.
Êdî bese, ez ne kevir, dar û hesin im.
Ez mirov im goşt, hestû û xwin im.
Karînê Osêyan
Colemêrg 2024
Hezkirina te
Dilopek baran e
Bi ser gula de bariya
Bê minet!
Tîrêja rojê bû
Ronahî da gul û mêrga
Bê minet!
Gul bişkîvîn
Şax û bêhnvedan
Bi min re keniyan
Bê minet!
Newaf Mîro