Tu di hiş û dilê min de bajarekî
Kî hat û çû
Tenê tu ma!
Ezê jî herim
Lê tê bimînî!
Min ji te hezkir
Bi kiras û ruhê xundkar û baba dewrêşa!
Newaf Mîro
Ji gilî û gazinên min tu kes fehm nekir.
Min axînek kûr kişand û berê xwe guhert.
Êdî bese, ez ne kevir, dar û hesin im.
Ez mirov im goşt, hestû û xwin im.
Karînê Osêyan
Colemêrg 2024
Dunya û jiyan bi xwe destpê dike.
Zimanê xwe
Nasnama xwe
Netewa xwe
Welatê xwe
Yê nebe Xwe dibe xerîbê xwe.
#XwebunXwenasine
#XwenasînXwebûne
Newaf Mîro
Tu bibe bihar
Ez kulîlkên baxçe
Tu bibe havîn
Ez jî germahiya te
Tu bibe payiz
Ez pelên zêrîn
Tu bibe zivistan
Ez jî berfe te
Tu bibe jiyan
Ku ez jî bijîm!...
Karînê Osêyan
Colemêrg 2024