Heta kengê binalin em li bindestê neyara,
Tên kuştin li bakûr li başûr û rojava,
Bi darvebûn li amedê li meydana çarçira,
Ma ne ezim hêna girtî li zîndan û girava..
Abdullah Yavuz
Çîyayên Kato 2024
Ji gilî û gazinên min tu kes fehm nekir.
Min axînek kûr kişand û berê xwe guhert.
Êdî bese, ez ne kevir, dar û hesin im.
Ez mirov im goşt, hestû û xwin im.
Karînê Osêyan
Colemêrg 2024
Tu bibe bihar
Ez kulîlkên baxçe
Tu bibe havîn
Ez jî germahiya te
Tu bibe payiz
Ez pelên zêrîn
Tu bibe zivistan
Ez jî berfe te
Tu bibe jiyan
Ku ez jî bijîm!...
Karînê Osêyan
Colemêrg 2024