Cara yekem e ez ê nirxandinek binivîsim di vê sepamê de. Ya rast ez ê nirxandin jî nekim dibe ku paşî nirxandinek bikim lê niha dixwazim qala tiştekî din bikim. Wek serenav, min bi taybet "Heyfa Kurdî" hilbijart. Ji xwe ez ê li dora vê serenavê binivîsim. Dê kurt û Kurd be. Yanî hêviya min bi Kurt û Kurdek ve ye:)
Pirtûka li dora jiyana
Wan bi vî zimanê ku zimanê wan ê rojên bê, hêviyên wan bû, nizanibûn. Lê daxwaza wan a hînbûnê bêsînor bû. Heta em gihîştin Misirê, wan her, bi deng, mamosteyekî li ser wan, xwendin. Wan digot, "Ziman ruhê me cihûyan e."
"Sefdo, lawecan! Di sala hezar û nehsed û bist û didowan de em hatibûn Mûnîxé. Ez û kekê te Kamiran. Em şikiyabûn. Zora me çûbû. Felekê poşikê reş kêşabû ser qedera Kurdistanê. Êdî di warê siyasetê de tu hêvî nemabû.
Me tev de digot: Ziman, xwendin û nivîsandina zimanê me; bi tîpên xweser, bi tîpên Kurdî. Belav kirina kitêb, kovar û rojnaman..."