Ez di sala 1966 li gundekî nêzîkî Colemêrgê hatime dinyayê. Ji ber ku babê min mela bû, hêj 4-5 saliya xwe min dest bi Qur’an xwendinê kiribû. Min mekteba seretayî li gund, navend û lîse jî li Colemêrgê qetand/xilaskir. Di wexta Îmam Xetîp xwendinê de min nêzîkî salekê jî dewama medresê û kitêbên rêzê kirin. Di sala 1989 de min li weşanxaneyekê kar kir. 1991 û 92 ê de jî pêşiyê li Yenî Ulke û Azadiya Welat paşê jî Ozgür Gundemê de nûçevanî kir. 1992 heta 2002 ê de di Zindanê de mam. Paşê derketim û niha li Hekkarî û Wanê dijîm…
Bizan ku min yar tu yî
Dil jê birîndar tu yî
Ez kuştim yekcar tu yî
Bi dest û hem yar tu yî
Daîm dinalî ez im
Zar zar dikalî ez im
Hero di çalî ez im
Yar di xeyalî ez im/
Dûr ji wî halî ez im
Ya qenc li dinya tu yî
Ya li ber kaniya tu yî
Nûra roniya tu yî
Mehbûba dilan tu yî
Aşiqê Nûrê ez im
Wekî di gorê ez im
Kela difûre ez im
Dûr ji huzûrê ez im/
Feqiyê Teyran ez im
Îro Girya Me Tê
Nîşan û xalê fulfulîn
Min heyf li zulfa kagulîn
Hatin ku em jê dest hilîn
Hêj nagirin em 'îbretê
Paşî wan xal û nîşanan
Qet nayê bêhna rihanan
Ji mihnetê êş û janan
Tên ji narê firqetê
Feqiyê Teyran
Ev berhema qedirbilind a Xalid Sandînî tevahiya xwe 503 rûpel in. Di berhemê de 36 helbestê Feqî hene.Cenabê Xalid bi hûrgilî ser helbestan sekinîye û hema bêje çavkaniya hemû helbesta livo livo eşkere kiriye.
Feqî di sala 1561 anjî 1563 de li Miksê dayîk bûye. Feqî kûre Mîrê Miksê bûye û wê demê Mîrtiya Miksê zef xurt bûye. Lê Feqî guh nade vê şahişengiyê û tenê hunera xwe re mişul dibe. Her çiqas helbestvanê wê demê xwe dîwanê axa û bega da ecibandibin jî Feqî guh nade wan jî û tu caran dîwanê axa û began da runanê û bo wan naafirîne.Şûna wî her di nava gel de dimîne. Bi gel re, bo gel diafirîne. Guna helbestvanê wê dewrê ku di bin bondora hev de dimînin û peyv û têgehen biyanî kar tînin jî nake.Ji ber wê zimanê ku karanî ye xwru û zelale. Bela sebeb helbestê Feqî di nava gel de pir tê zanîn. Çi helbest çi bi forma stranan.
Netew heziya Feqî di helbestê wî de bi awayekî vekirî xwe eşkere ye . Helbesta Kela Dimdimê de wusa bo Xanê zêrînzend dikale û dinale. Qewlî gotiya va kevir û kûçikan tîne xatê. Helbesta Zembîlfiroş de jî him bûyerek gel bi têgeh û şêwazek çandî him jî hebûna jinê lidardixe. Feqî heta bejî dildare. Realîst e lê dîsa jî pir melankolik e.
Helbestê feqî de ışq xala sereke ye. Işqa gel a ziman a netewê a sirûştê û a dîlberê.
Feqî Mîrzayê Mîrîtîya Miksê. Helbestvanê axir dewrane ye. Dîsa jî ışqa xwe sirûştê re vedibêje. Avê re diaxive tery û tuyan re diaxive. Raste rast dîlberê bi xwe re nabêje.
bihtir ji bo zarokan min dixwend û bi saya wan ez jî gelek tiştan fêr bûm.
Mamoste Xalid berhemên cuda jî gelek xweş nivîsîye û çap kirîye. mînak Dîwana Feqîyê Teyran jî gelek baş lêk daye.
min vî mamoste pey çîrokan nas kir.
û ez pêşnîyar dikim her Kurd divê ji bo brayên xwe Xwişka xwe Kurê xwe Keça xwe çîroka bixwîne.:)
Güzel sesli dengbejlerin bitmediği ağıtların eksilmedigi ülkemizin essiz seslerinden ve hikayelerinden olan bu hikaye gerçek askin sadece gözle gurulmeyecek kadar gerçek ve güzel olmasını bu kadar güzel anlatan bu eseri doğu anadolunun essiz yörelerinden sipane xelate dağın essiz güzelliğini anlatan bir eser okumanızı tavsiye ediyorum..