Ji êvarekî Amedê
Ji êvarekî Amedê gazî dikim nekesekî Di devê min de gotinên stranekî dişibe ewran Ji bîra min çûyî lê li ser zimanê min e Çi bû navê min? Birînek çavtirsandî me nikarim xwîn bibim Diteve rasteqînê li kulmika demê Hêdî hêdî kevirek im li ber vê êvarê Hemû al ji jor de li min dinêrin Û li vê neqebê kesên ne kurd hemû tirk in. Şerm dikim behsa kenê
şerm dikim behsa kenê xatûnekê bikim di bêrika min de nasnameyek dişibe çêreke negotî aş nabe kela ji nû ve hezkirinê û li ser kevirên mezelan pistepista pêşerojekê gelo dibe ku yê mirî ez bim li êvareke dişibe esrî diponijim heyv bi bejnekê bilindtir e ji tavikê li deriyê Mêrdîn qîzên biskrihan gûzan belav dikin li jêr hişê min fîke fîka bayê hemû neqeb şîreta terikandina vî warî dikin dema qismet belav bû di xew de bûm min çend zivistan qedand bi cilên zarokên xelkê.... Mem Ararat
Reklam
Dibişire ey yarê weke heyvê wek tavê, Wer kulilka buharê were canam de were ,were rindam de were,were delalê.... -Mem Ararat
Û her şev, heyv hiltê ji pişt girê Miştenûrê Şewqa xwe dilop bi dilop dadigerîne ser kulmek av Ew av, diherike heta Xetav û Efrînê.
Diponijim li êvareke dişibe esrî Heyv bi bejnekê bilindtir e ji tavikê Qîzên biskrihan gûzan belav dikin li deriyê Mêrdînê Li jêr hişê min fîkefîka bayê Şîreta terikandina vî warî dikin hemû neqeb Dema qismet belav bû di xew de bûm Min gelek zivistan qedand bi cilên zarokên xelkê Û di berîka min de nasnameyek ku xerîbîyê tîne bîra mirov Ez ne darek kizwanê bim, gelo çi me?
Sayfa 28
Mem Ararat - Heyv
youtu.be/YnW2I_7Wiw8 Reşê te her tim li ber çavê min e. Dildarê te me, Sozdara min be.
Reklam
20 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.