Ji êvareke Amedê gazî dikim ne kesekî
di devê min de gotinên straneke dişibe ewran
Ji bîra min çûyî lê li ser zimanê min e, çi bû navê min?
Birînek çavtirsandî me, nikarim xwîn bibim
ditewe rasteqînî li kulmika demê
hêdî hêdî kevirek im li vê ber êvarê
hemû al ji jor de li min dinêrin
û li vê neqebê kesên ne kurd hemû tirk in.
Şerm dikim behsa
Ji êvarekî Amedê gazî dikim nekesekî
Di devê min de gotinên stranekî dişibe ewran
Ji bîra min çûyî lê li ser zimanê min e
Çi bû navê min?
Birînek çavtirsandî me nikarim xwîn bibim
Diteve rasteqînê li kulmika demê
Hêdî hêdî kevirek im li ber vê êvarê
Hemû al ji jor de li min dinêrin
Û li vê neqebê kesên ne kurd hemû tirk in.
Şerm dikim behsa kenê
şerm dikim behsa kenê xatûnekê bikim
di bêrika min de nasnameyek dişibe çêreke negotî aş nabe kela ji nû ve hezkirinê
û li ser kevirên mezelan pistepista pêşerojekê gelo dibe ku yê mirî ez bim
li êvareke dişibe esrî diponijim
heyv bi bejnekê bilindtir e ji tavikê
li deriyê Mêrdîn qîzên biskrihan gûzan belav dikin li jêr hişê min fîke fîka bayê
hemû neqeb şîreta terikandina vî warî dikin
dema qismet belav bû di xew de bûm
min çend zivistan qedand bi cilên zarokên xelkê....
Mem Ararat
Ji êvareke Amedê gazî nekesekî dikim
Di devê min de gotinên straneke dişibe ewran
Li ser zimanê min bû, le nayê bîra min
Çi bû navê min?
...
Şerm dikim behsa kenê xatûnekê bikim
...
Û li ser kevirên mezelan pistepista pêşerojekê
Gelo dibe yê mirî ez bim?
Diponijim li êvareke dişibe esrî
Heyv bı bejnekê bilindtir e ji tavikê
Qîzên biskrihan gûzan