bi te re me û bêdeng dimeşim
dema ku min ji te hez kir
min ji xwe zêdetir hez kir
bêdeng dimeşin
ev bêdengî tenêtiya min lihev dide
ev bêdengî hêdî hêdî min dişewitîne...
--------
senleyim, sessizce yürüyorum
seni sevdiğim zaman
kendimi daha fazla sevdim
sesizce yürüyoruz
bu sessizlik yalnızlığımı toparlıyor
bu sessizlik yavaş yavaş yakıyor beni...
Min ji te hez kir
Ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e
Ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e
Ji bo çawên min ne mezintir
An jî bêwila min ne biçûktir e
Min bi xwe û xwedê re şer kir
Min xwedê bêminet kir
Min ji te hez kir ez bûm yekî kafir
Min ji te hez kir
Min mirina ku gav û saet di bîra min de bû
Û hundirê min bi qeramûşkên xwe kort dikir ji bîr kir
Min dilê xwe li mirinê rehet kir
Min çê û xweş kir
Min ji te hez kir
Ez bûm yekî nemir.
Min ji te hez kir
Min bi kuçikên nive şevê re tûleti kir
Min bi çiveken destê sibê re gelacî kir
Min pê li ciye heri şil kir
Min dilê xwe "bivvve" kir
Ez bu kewikek û ji her derewê bawer kir
Min ûcaxê xwe kor kir
Deriyê mala xwe mohr kir
Min ji te hez kir
Min ruhê xwe talan kir
min ji te hez kir
çîrokan bê xatirxwestin ji cîrantiya min bar kir
min li hemberî bedewiya baranan serî rakir
min ji bo ku destên te neqefilîne bayê kur bertîl kir
min kenekî nû ji xwe re kirê kir
min xwe di nav xelkê de nav-no kir
min li benda te xwe spî kir,
şîva xwe sar kir,
xwîna xwe zilindar kir,
min ji acizî xwe çîrçîrî kir,
xwe bi tenêtiyeke pir bi talûke hûrhûrî kir
min ji te hez kir
min mala xwe xera kir
#renasjiyan din u şin
çîrokan bê xatirxwestin ji cîrantîya min bar kir
min li hemberî bedewiya baranan serî rakir
min ji bo ku destên te neqefilîne bayê kur
bertîl kir min kenekî nû ji xwe re kirê kir
min xwe di nav xelkê de nav-no kir
min li benda te xwe spî kir
şva xwe sar kir,
xwîna xwe zilindar kir
min ji acîzi çîrçîrî kir
xwe bi tenetîyeke pir bi talûke hûrhûrî kir
min ji te hez kir
min mala xwe xera kir