Te go ez ê ji te hez kim
Te soz xwar wey xwelî serê
Te winda kır evîndarek
Ji bo te dax da cîgerê !
...
Bextê mi reş bû wek şevê
Tiştê diçê navegerê
Ez poşman im, min dil da te
Te go çi, min got erê
...
Jan Axîn di sala 1973an de li Êlihê ji dayik bûye. Di biçûkatiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bû û wek gava yekem a ber bi muzîkê ve fêrî lêxistina sazê bû.
Di muzîka kurdî ya klasîk de; Di bin bandora muzîkjenên wek Mihemed Şêxo, Têşîn Taha, Mîhemed Arif Cizrawî û Miradko de maye. Bi berhemên xwe yên muzîka kurdî û rockê hat naskirin.
Di salên pêş de eleqeya xwe ya bi muzîkê re kûrtir kir, Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê jî qedand.
Ez ji muzîka rockê gelek hez dikim. Jan Axîn, Jimi Hendrix û Bob Marley favorîyê min in. Hûn her hebin❤️
youtu.be/2ttBnGjTTtg?si=...