hat; ku min bike şa'ir ne ji min, ji şi'rê hez kir rahişt ristê, li vir hiştim piştî ku çû têgihiştim ku şa'ir ez im lê şi'r bû ew a ku çû
Hezkirin
min berê ji destên wî hez kir ji dewsa maçên wî qonax çê kir li sînga xwe kir rawestgeh jê re min ji hatina wî hez kir bi bêhna qurnefilan bi tama sêv û alûcan û min ji kenê wî hez kir li asîmanan di binê keskesoran re derbas dibû
Reklam
"Zarokên ku di parzûnên dilovanîyên we yên sexte de bi qalikên birînên xwe re, bincil bûn û çûn" Ji perîkên baçermokan hibra xwe ya dawîyê dirûçikînim û ji we belawela dibim, wekî pûşên ku di şerê bê de çawa tenê nemînim çawa
"Erdê bihuştê ye dilê te yê beyar Ji kîsê hezê diajo cotkarekî evîndar Ji dojehê firar" Dîmeneke lerzokî me, di çavên te de Ji bayên bêdengîya te, pelên xwe dimalim Li min venagere, demên ku ji destên min firîyan û bêdengîya bêrîyê, min ji bîr kir, li kevîya xeman
Min kulîlkek xeyal kir Û min kulîlkek dît di xewna xwe de Min kulîlkek xwest Û bihar bi bihar geriyam li kulîlkekê Paşê min kulîlkek çand û av da û jê hez kir Wê çaxê çêbû kulîlkeke min Û wê çaxê bûm kulîlkek …
Wê kêlîkê min bawer kir ku ez hîç nikarim ji gewdeyê jinekê hez bikim ku yekî din şirîkê min be. Min nas kir ez çiqasî jixwehez û rojhilatî me.
Reklam
Nizanim Ev bajar Bo çi evqas bêbext bûye?!.. Ez bûm rêvingekî hez û evînê Ji evîna te, Ketim ser kolanên bajarekî dilhetikî Bajarekî rûreş û bêbext
...min fahm kir ku hez û hezkirin quwet e, lê di eynî wextê de qelsî ye...
Ez Im Kurd (10) | Elîriza Spahî Layîn
Tawanbarê hezkirin ji nezanînê min navê Zîlanê li keça xwe kir lê xaltîya wê dibêje navê Zehra baştir e dipirsim: wateya Zehrayê çî ye? xaltî bê deng dimîne çima ku nizane wateya zehrayê gul e û zîlan û zehra bi yek wate ne lê, ew dema ku nezane wateya navan zêdetir hez dike ji ewan ew kurd e em kurd in em nezanînê zêdetir hez dikin nezan, neyaran zêdetir hez dikin Û neyar jî nezanan!
Mem u Zin
Sernameyê name, namê Ellah Bê namê wî natemam e wellah Ey metle`ê husnê `işqibazî Mehbûbê heqîqî û mecazî Namê te ye lewhê nameya `işq ismê te ye neqşê xameya `işq
Reklam
Axxxx Ehmedo, Ehmedê Dîn:/
Her ji keçikekê hez dikir ku zêdeyî bîst salan dikir, li ber çavê wî reş dibû. Diçû yeke din. Hetanî ku rastî evîneke dijwar hat û wê evînê cendekê dilê wî li ber lingan rast kir. Piştî pênc sal hezkirin, keçikê ev bersiv dabû wî: - Tu wek birayê min î.
Sayfa 81
NAVÊ TE
Min li kê nihêrt,mîn ew his kir Min kî dît, min jı wê hez kir Min fêm kir ku min tenê ji wê hez kiriye Hatin û çûyîna min xwe xapandin e.
224 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.