ji kenê te li bejna şevê stêrk
ji dengê te li ser lêvê straneke hezarawazî
ji gîriyê min dilopên delodîn kom dibin
demsala payîzê
zemanê zîz
ji te re dikim bahra evînê
di ser re derbas be
ji ber xwe diafire demsaleke nedîtî
dûrî zemanan
derveyî zemanan
ristik ristik ji kezîyên min diweşin
melodîyên bi navê te neqişî
bila di navbera me de bimîne strana negotî fanosên gundan
çirokên xewnên min
bila nîvçe bimîne kenê te li kuçeyên dilbixwîn
wê rojê
dinyayê xwe di nava herîya tarîtiyê de vegevizandibû
gavên te ber bi erebê ve nediçûn
gavên min ji te bidûr
bi ber lehîya bendewariyê diketin
bi awirên çavan
te destên xwe di singa hemù kuçe a kolanên welêt re radikirin
gotin jê didizin
ez nema tiştekî qewl dikim
her heft xizêmên te ji min re kiribûn dîyarî
li der rê min kir tesedeqa serê nehatina te li heft jinên qereçî belav kirin
li benda hatina te min ji bîr kir hemû cîyên neçûyî