Ez nikarim bêjim min bêriya te kir lê ez dixwazim te bibînim
Ez nikarim bêjim ez ji te hez dikim lê ez dixwazim tu her li gel min bî
Ez nikarim bêjim neçe lê dikim ez dîn bibim
Ez nikarim bêjim tu evîna min î lê rondikên bêdeng dirijînim
Ez nikarim bêjim were lê ji hesreta te dîn dibim
Ez nikarim bêjim tu gula min î lê ez bûme bilbilêkî lal û bêdeng
Ez nikarim bêjim tu xeyalê min î lê tu her tim bi min re yî
Ez nikarim bêjim tu delala min î lê dikim xwe bikujim
Ez nikarim bêjim tu karxezala min î lê tim di kemîna te de me
Ez nikarim bêjim tu mêkewa min î lê tim li ber hêlîna te me
Ez nikarim bêjim tu bedewa min î lê nikarim çavên xwe ji veguhîzim
Ez nikarim bêjim roniya çavê min î lê ji xeynê te tiştek nabînim.
Min dilek nas kir, Ji dilê wî yê zarok
Hez kir.
Bi hestên dilê wî ez çûm
kûrahiya bihuşta zaroktiya xwe.
Di bedewiya
çavên wî de,
Min dergûşa bihuşta zaroktiya.
Ciwan Haco