Bi ser venebim nebînim şopa Mem
Nebînim di tariyê de wê Roja Zer
Ew kokel bim ew birc ew dukezî
Bi Zîn li pey Mem
Eynî wiha siwar liBozê Rewan
Ji mij û moranê wê de kuştin e
Kuştin e bi bêdengî bi şahî
Û deqa reş e rûyê reş e lisînga dîrokê êdî
Ew dîroka nayê zanîn ji wê Niviştê pêde
Lê hetikîm ez hetikîm
Dema li nîvê çolê sekinîm
Û min bi nav kirin hezar rewşên te
Hezar navên te bi lêv kirin bêfedî
Mixabin min tu nedî bi çolê
Min tu nedî mîna xewnê mîna Mecnûn
Û li ber derya tîbûnê
Min li xwe nihêrî di ewrên nimandî re
Û min tu dîtî
Li wir li ber serê wê hejîrê
Weke xunaveke fetisî