Hejîra maran
Bi ser venebim nebînim şopa Mem Nebînim di tariyê de wê Roja Zer Ew kokel bim ew birc ew dukezî Bi Zîn li pey Mem Eynî wiha siwar liBozê Rewan Ji mij û moranê wê de kuştin e Kuştin e bi bêdengî bi şahî Û deqa reş e rûyê reş e lisînga dîrokê êdî Ew dîroka nayê zanîn ji wê Niviştê pêde Lê hetikîm ez hetikîm Dema li nîvê çolê sekinîm Û min bi nav kirin hezar rewşên te Hezar navên te bi lêv kirin bêfedî Mixabin min tu nedî bi çolê Min tu nedî mîna xewnê mîna Mecnûn Û li ber derya tîbûnê Min li xwe nihêrî di ewrên nimandî re Û min tu dîtî Li wir li ber serê wê hejîrê Weke xunaveke fetisî
Ona yazı yazmayı öğreten yazı senin yazındır, O, otuz yıldır yanlış yazılar yazmaktadır. ~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~ Xetta te ye ser-nivişt û sermeşq Sih sal e xetê xeta diket meşq
Reklam
Dayé
Dayê îro min berde Bê dengî êş û derd e Dayê divê bibêjim Kulê dil ez birêjim Me berda rêça gela Me da pey şêx û mela Em ketin derya bela Dayê te got min bela
Jan
Hela Jan ! Jana kirêt, Jana zirav ! … Peritand Te ji min her, Cerg û hinav, Tu ketî, Nava serê
Pîrika min xIftanekî sor bi ser gulîyên xwe de danî û bi kezîyên ciwaniya xwe honand êşên di dilê xwe de di tayek porê xwe yê spî de şewata lawê xwe hîs kir Û di dilê xwe de pêçand dawîyê kir nivişt Û xist stûyê xwe Carinan diperpitî singa wê bi eşqa xêrnedîtîyê xwe Û dikir qêrîn li asîmanan Hawara wê bi ser emrê wê de dilerizî Wê belengazîya xwe di xemgînîya xwe de dikir xew û difetisand hêsirên xwe di zengiloka xwe de heta ber mirinê di bêdengîyê de
Senema Sur Ji Semed Şewqê Ji Heq Daye Wucûdê • Melayê Cizîrî
Senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê Ger `ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê xerq-i bûm ez di xema `işqê di weqtê seherî bû Ko tecellayê cemalê li misalê beşerî bû Ne ji lewnê beşeran min diye lê dêmê zerî bû Ez dibêm Rûhê qudus bû bi xwe ya hor û perî bû Lew bi husn û nezerê remzek ji sirra qederî bû Xemriyên seyr-i li dêm helqe li
Reklam
Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat • Melayê Cizîrî
Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat »Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê Enwera rengifirişte beşera horîsirişt Ya ji miska Xetenê xal û xet û kagul û qişt Ger xwe nîşan seqerê dit dikirit hor-i bihişt Ke`beya tê ne put ew putkede ye û dêr û kinişt Ko nesîb da ji ezel heq ji me ra`işq-i newişt Feyde nakin li me ism û ne tilism û ne
Tenê di kurmancî de her lawikek meqamekî wî heye, ne weke heyrana Erbîlêye. Herwekû, çend ferheng di herdû şîwande hatine çapkirin û li Ermenistanê gelek niviştên kurdî bi kurmancî derketine. Çawa, ko li Sûriya.û Turkiya jî hin nivişt hatine çapkirin û hin dîjî têne çapkirin. Reşî Kurd û Kemal Badilî û min Rêziman û Destûra ziman çapkirine û Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan hin elîfbayên kurdî, latînî li Sûriya, Libnan çapkirine û Kamiran hin pirtûkên di jî çap kirîye.
Sayfa 15
52 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.