Li vê Stenbola kambax hemû der tejî insan e
Çar alîyê te insan be tu mirovekî nabînî
Qîreqîr û xirecir e deng e her der mîna dawet
Derdekî te hebe bêjî tu hevalekî nabînî
Nebêj li Stenbolê her kes dost û yar û heval in
Hevalê te her Xwedê ye negere kesî nabînî
Bizane warên xerîb nabitin welat kesî ra
Welat paxilê dê ye, ji warên dî xêr nabînî