Dest û devê te sax be mamostê hêja. Ev pirtûka hanê pirtûka yekemêyê yê nivîskare. Hizrên tê de, doza me, xeletî yên me, pêşeroja me tê çawa be, te kite kit gotiye û tiştê zehf xweş jî ev e kû te hemî tiştî gor xwe nivîsandiye yanî ev fikrên hanê eşkere dibe kû zehf lêkolinek kûr zehf lêkolinek xas(taybet) e. Dîsa eşkere ye tiştên te nivîsîye ne bi carkî da hatiye pêk ez bawerim van ramanan te mêjiye xwe de hezar cara pijandiye hezar caran kemilandiye wisa ser kaxez ê xêz kiriye. Lê belê ew çaxa tu pirtûk ê dixwinî ger nav hevokan ger nav lehenga ger jî pêşte çuyîna buyerê, tu jê derdixî kû nivîskarek nû dest pê kiriye. Buyer zehf balkêş bûn yanî min serî da jî got ev tiştê derbas dibin hemî armanca me, doza me ya yekem e lê buyerê zehftir tiştê balkêş hizir, ravek û gotinên derbas dibin bû ev kêyfa min anî lê ji ber vê yekê xwendina wî pir giran dihat. Her mijar hat xwendinê ez divê vîjî bêjim zimanê wî zehf giran dihat u wekî dinê tişta balamin kişandî hine peyv xelet hatiye nivîsandinê (mînak; pêşîya, bîrewerîyê, elîtîyê, jîyan û hwd.) .