Bi xwendina xêzên wê re dinyaya Mihemedê Dilşûşe bi temamî wêran dibe. Peyv bi peyv derzên dilê wî mezintir dibin û xêz bi xêz dilê wî dibe kulmek xwelî. Peyv bi peyv dinyaya wî ya şûşeyi dişike. Neynikên wî dişikin. Sindoqên wî yên şûşe dişikin. Dîwarên şûşe yên mala wî diderizin. Dide ser rê û her wê peymanê dixwîne. Bi her xwendinekê re, xwîn ji dilê wî dipijiqe û diherike. Xwe li nav kuçeyan dide û her ku diçe xwîn bêtir jê tê.
Sayfa 49 - Avesta