Di jiyana xwe de carekê bes carekê min ji yezdan tiştek xwest
Min go, ey yezdanê dilovan
kul û xemên te afirandin
bila tev yên min bin
jan û jariyên te anîn dinê
bila tevlî jîna min bibin
bila gunehên evdên te jî
tev ji min re bin
ez heya dawiyê bi cehnema te jî razî me Lê tu bes carekê
tenê rûyê dîlbera min bîne xewna min
van gotinan, yezdanî di bin çavên beloq re li min nêrî rûyê xwe tehl û tirş kir û gote min, "NA!"!
Min jî go, Cehnema te kirî
Biheşta te jî Serê te bixwe
Hûriyên te dayîn min
Wan jî azad dikim
De vêca derkeve meydanê û dest hilîne
şer giran e Dê diyar bibe "kî berx e kî beran e"
Ger te ez kuştim Tu wê min bikî evdal Ger min tu kuştî Ez ê te bikim mirov Derbê ewil jî, ji bo te...