Li herema Omerîya gelek teyr û tilûr hebûn. Hilbet ev teyr û tilûr ne tenê li Omerîya hebûn. Lê li vê heremê kew gelekî xilbe bûn. Kewan tirî dixwarin, dixwendin û girs dibûn. Her nêrkewekî dibû weke dîkekî. Goştê wana ji gelek malên Omerîyan re dibû şîv. Ji derveyî kewan Tiltivîk, Gabelek, Zerole, Çîkreş, Çûkê Tirî, Hesafîk, Dolabrês, Çila Meyîrê, Bûka Mişk, Qiloqişk, Alik, Têtî, Beytik, Silêmanê Dunikil, Şivanşitexalink, Barûta Qut, Bûm, Mirîşka Bej, Kewsûsk, Pepûk, Ebabîl, Qitik, Hechecîk, Şalûl, Bilbil, Kund, Zerzûl, Teyrê Baz, Sîsalk, Tûrlî, Terîsork, Qirak, Qijak...