Bejna te di nav zadê nîskan de çewder e
Sebra te berfa ku li ser behran dibare
Ez pirtûkek im
Qala welatekî mezin dikim
Ji ber xezeba dewletê di kadînan de dirizim...
Ayet û Xwedê kiribûn milk… jin kiribûn milk… ax û kevir û qirş kiribûn milk… berf û baran û ba kiribûn milk… kêzik û gêrik û teyrik kiribûn milk…
Min ti carî nexwest milkê min çêbibe; ji ber ku koletî bi milkiyetê dest pê dike...