Bi stêrkan re em rûdinin
û her şev
hesabê hatina te dikin em bi tiliyan
stêrk westiyan, tefiyan
ê min jî çend stêrk hêviyên min ên vala mane
weke tifinga bêgule
an tu yê werî
min bikî xwedî stêrk
an tu nayê
wê stêrk bibin xwediyê min...
min meke qeşmerê stêrkan stêrk