Çemê Nisêbînê
Tu gula li ber çemê Nisêbînê,
Aşîqê teme ma tu halê min nabînê,
Benda te wê rojê û wê mizgînê,
Tu bibi heval benda min livê jînê...
Hez kiriya min serê gowendê dikişîne,
Delalê xwe hewqas nazik nehejîne,
Awur li tene hinav bi kul û birine,
Ma tu nizani ew forsê te dil diêşîne...
Êdî bese! Jî van derd û kula,
Li benda teme li ser Kanîka Fila,
Ger tu nebî venamirîne ,
Çemê Ciq Ciq agirê DILA!..
Orhan Basî