13 tîrmeh 1930, beyî neha bi 92 salî li bajarokê wan ê erdîşê li behra Zîlan ê agir bi 44 gunda xistin û bi kêmanî 15.000 mirov ; zarok, jin, extîyar tevda kuştin.
Di dîroka fermîde ev komkujî derbas nabi. Di dîroka ku navê " dîroka din" lê kirini bi navê " Zîlan katliami" derbas dibi.
Xalê Tahîr Nas (103) ku ji vê komkujîyê birîndar xelas bûyi li ser wê rojê vana dibêji: yê ku ji ber agirê tivingê xwe di bin meyta di veşartin singû kirin û kuştin. Bi du metra dûrî min pîrekik hewal li ber halê xwe dida; yekî leşker çû ber wê ku gulîska tilîya vê derxi, min bi çavê xwe dît ew pîrek hilma xweyî dawî de pihîna xwe li sênga leşker xist û rih da. Leşker tilîya wê şikenand û gulîska wê derxist. Di dewa dîya min î ku mirîyi de birayê min î du mehî hebû. Leşker wî ji dewa dîya min rahiştê, singû pêvekir wî ber ba kir û kuşt.