Naxwazin tu axa xwe biparêzî
Naxwazin tu ala xwe bidî jiyandin
Naxwazin tu jiyaneke azad û serbixwe ava bikî
Nebe koleyên wan
Nebe xulamê ber deriyên wan
Nebe celladê welatê xwe
Axa xwe
Ala xwe
Jiyana xwe..
Ev dem demeke xayîn e
Mirov hene
Rihê xwe wenda dikin bi pênc qurişan Mirov hene
Nirxên xwe difiroşin
Bi berjewendiyên biçûk
Mirov hene
Eslê xwe înkar dikin
Bi mal, milk û mewkiyên dinyayê
Mirov hene
Mirovan dikujin bi baweriyên vala
Mirov hene
Jiyanê talan dikin bo desthilatdariyê…