Silav hevalno:)
Îro min xwest pirtûkekî Kurdî we re bidim naskirin.
Sîndîrellaya Tirkan heye û we got qey Sîndîrellaya Kurdan tune ye, Sîndîrellaya me Kurdan jî heye bêguman û navê wê jî Fatfatîlok e. Fatfatîlok keçeke kêfxweş û bextewar e. Lê rojekê diya wê nexweş dikeve û dimire. Bavê Fatfatîlok dizevice. Jinbava wê nebes be tew ser de jî du keçên wê heye. Hun dizanin xwe jinbav û keçên xwe çi tênin serê Fatfatîlok ne hewce ye ji we re qala vê çîrokê bikim...
Li pirtûkê çîroka Fatfatîlok ê pêvtir bîst hep çîrokên din hene. Yek yekê xweştir e. Yek me dikendîne, yek me xemgîn dike, yek me dibe salên hizar û nizanim çi... Her çîrokek ger em şîretek bigre. Miheqeq ger ev pirtûk mala we hebe û li ger hun van şevên dirêj de her roj yekê malbata xwe re bixwînin; bi hev re bikenin û bi hev re bifikirin ser çîrokan. Rastî jî ew ê zarokên me dîrok û çanda xwe bi gohdar kirina çîrokan dest pê bike. Em çawa çîrokên dê û bavê xwe, kal û pîrikê xwe mezin bûn ez dibêjim ev heqê wane jî, wan li vê heqa mehrûm nekin.
Li vê pirtûka Bedredînê Wanî û Necmettîn Keve du birayên hev du sala nivîsandî ye û çi baş kirîne... Xwe çîrok xweş in lê çîrokên Kurdî ên ha xweş in. Ez peyvên xwe dirêj nekim û serê we neêşînim. Nû fêrî nivîsandina zimanê xwe dibim ji ber ku xetayê min nedîtiye danîn xêra xwe:)
Bi xweşî bimînin û mal dernekevin...