Veşartok Li Kurdistanê
Û zarokan xwe veşart di bin kavilan de. Ne hevalên wan ew dîtin, ne ji dayikên wan. Di lîstikê de ew bi ser ketin...
Sayfa 62 - Avesta yayıneviKitabı okudu
Çilo ban kir, go: -Gelî hevalano, dilê min î li yan e, Hûn ê biskinin Girê Yûzil Yalçî, Ez ê tena xa dakevime nav cerd û bereka tirk û gêsan e, Dibe ez serê xa dînim dîyarî rehmetê, axa gornan e, Hûn ê silava bikin her pênc xayîngan e, Bila laşî min nehêlin nav koma dijminan e, Laşî min rakin dînin nav eşîra me hîzolîyan e,
Reklam
Ji Qedrî Can Re
Ey hevalo, delalo! Tu her tiştî dizanî... Di zimanê me kurdan, tu wek Melayê Xanî Tu xortekî çelengî; ez kalekî zemanî; Dil û gerden şikestî, bendewarê xizanî... Xwedê te xweş bihêle, tu xortekî ciwanî. Erê ruwê te roj e, tava wê da diyara Devê te wek bişkoj e, nû derkeve ji xara Porê serê te sor e, mîna gula zinara;
Silava bibe ji me, hevalo! Silava bibe, silavên germin
min hevalek heye dişibe siya qulingan marên mirî dixe paxila xwe li ser rê seyareya xwe stop dike û silav dike li newalan gava yek bêhemdî bêje Nîsan çend perik diferihin li şûna wî ha ku te dît pêşwaziya sûlavên demkî dike li geliyê Bilîsê, li ser rêya Pilûrê
Silava bibe, ji me Silava bibe li wan hevalo! Silava, li hevalin û hogira...
Reklam