Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî | Kurdce Kitap Okuma Etkinliği
Silav hevalno. Me bi pêşniyara @serfiraz1 û
Hevidar
Hevidar
biryara sazkirina "Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî" da. Di meha Nîsanê de, em ê pirtûkên Kurdî bixwînin, jêgirtinên Kurdî parve bikin û -bi kesên dixwazin- em ê pirtûkên Kurdî ji hevdû ra diyarî bikin. Ji kerema xwe beşdarî vê çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin me. Bila ev çalakî ji bo kesên ku berê pirtûkên Kurdî nexwendine, bibe destpêkek. Bila beşdarvan şîrove bikin. (Hûn dikarin navê pirtûka ku hûn ê bixwînin an jî navên pirtûkên pêşniyarî binivîsin.) Kesên ku dixwazin pirtûkek diyarî bikin bila di şîroveyan da binivîsin û yên ku pirtûka wan a Kurdî tune bila ji wan ra peyam bişînin. Ez destpê dikim. Ez ê pirtûkek diyarî bikim. Ji kerema xwe parve bikin ku ji bo zêdetir kes bibînin.
100 syf.
10/10 puan verdi
Bişaftin Penceşêr e.(jiyan bi Kurdî xweş e.)
Zimanê mirovî, welatê mirovî ye. Silav ji we re hevalno! Nivîskarê vê pirtûkê Bahoz Baran wekî Xanî, Celadet, Koyî, Axtepî û Cegerxwînî dildar û evîndarê zimanê xwe ye. Evîna wî, wekî dilopên baranê yek bi yek niqutî dilê wî û niha jî ji wan dilopan bi rêya pênûsa wî ya tûj û geş lêhî li ser kaxidan rakirîye û di encamê de “Ferhenga Bişaftinê”
Ferhenga Bişaftinê
Ferhenga BişaftinêBahoz Baran · Wardoz Yayınları · 201731 okunma
Reklam
Çalakiya Naskirina nivîskarên Kurd û Xwendina Pirtûkên Kurdî
Silav hevalno Weka hûn hemû dizanin em Kurd roj bi roj Dîrok, Çand û zimanê xwe dûr dikevin. Ji bo wê weka birêz Dirêj Mihemed gotîyî "Welat li hêvîya me û xebata me ye." Ez bawerim ev çalakî ya em dest pê bikin jî xebatek pîroze. ji bo Welat, ji bo ziman, ji bo pêşeroja me... Nûha hûn dibejin gelo ev çalakî yek çawa ye? Hevalno
112 syf.
10/10 puan verdi
Nexweşekî Pir Bêhal e!
Silav hevalno Lêkolîna min de dibe ku ~spoîler~ hebin, li gor wî bixwînin dûr re nebêjin te negotî:) Niviskara me Gulîstan Çoban di sala 1982da li Erxanîyê hatî dinyayî. Zewicandî û xwediyê du zarokan e. Niviskar ji ber jin bûna wê bala min kişand, ji ber ku çend heb niviskarên Kurd xwendiyim lê nav wan de qet jin tune bû û mamoste Gulîstan bû an
Sinem
SinemGülistan Çoban · Dara Yayınları · 201921 okunma
Agahdariya Girîng
Silav hevalno. Ger xwîşk û birayên we yên li dibistana navîn da dixwînin hebin, di navbera 4 û 22ê Çilê de demên hilbijartina wane(ders) hene. Heke hûn dixwazin xwişk û birayên we fêrî zimanê dayika xwe bibin, ji nav "Yaşayan Diller ve Lehçeler" da dersên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin. Li ser vê mijarê malbatên xwe agahdar bikin. Zimanê me rûmeta me ye. Rûmeta xwe xwedî derkevin.
Silav hevalno!
Wekî hûn dizanin ku me serlêdana pirtûkvaniya li vir kirîbû. Îro moderatorek ji
1000Kitap
1000Kitap
ê daxwaziya me red kir. Sedem "zêdebûna pirtûkvanan" bû. Heke ku zêde be çima hûn serlêdanan qebûl dikin?
Reklam
21 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.