Şêr ji cara carekê,
Hat û li ber darekê
Dît rûvîkî qewitî,
Vegerîya ser wa gotê,
Go: "Rûvîngê min î çûk,
Yeklep mînanî pepûk,
Min zû va nav-dengê te
Û fêl û fersengê te
Bihîstibû, lê were
Min nedihat bawer e,
Wekî ev rûvîyê fêlbaz
A qa çûk e, belengaz..."
Rûvî dêla xwe hilda
Û cava şêr li vir da,
Go: "Eshabê bi gewde,
Ew çi pirsê bêsewd e?
Axir ez ne çûk bûma,
Yek lepî pepûk bûma,
Ne zirav û jar bûma,
Li van besta, top-gira
Ez ê çawa xar bûma
Nava hezar qul-pira..."