Bi kîjan gotinê destpê bikim, nizanim.
Êş... Belê êş, tenê êş! Tenê em li vê dihesî dema ku me ev pirtûk xwend. Lê çi êş? Kîjan êş? Evîn? Welat? Feqîrî? Xerîbî? Bindestbûn?...
Wê kîjan peyv vê êşê bîne ziman, nizanim. Tenê peyvek têrê nake. Ji ber ku hemû peyvên bi êş dorpeç dike dilê mirov.
Lê kîjan mirov?
Her pirs wê wisa gelek bibe... Ne
Ji bo we, xwişk û birayên min yên mirov,
Her tişt ji bo we;
Şev jî ji bo we, roj jî;
Bi rojê şewqa royê, bi şevê şewqa heyvê;
Di heyveronê de pel;
Di pelan de meraq;
Di pelan de aqil;
Di tava rojê de bêhejmar kesk;
Zer jî ji bo we, sîf jî;
Gehîştina can ya kefa dest,
Germaya wî,
Nermaya wî;
Xweşîya di razanê de;
Demxweşî ji bo we;
Ji bo stûnên li sitargehê kil dibin;
Navê rojan,
Navê heyvan,
Boyaxên beleman ji bo we;
Ji bo we lingên namevan,
Destê pîrot;
Xwêdana ji enîyan diherike,
Gulleyên li bereyan tên xerckirin;
Ji bo we goristan, kevirên goristanan,
Zîndan, kelemçe, cezayê dardakirinê;
Ji bo we;
Her tişt ji bo we...
mişt dibezim mirinê, mişt
werîsê xeniqandina min ji keskesorê
Roma ye kenê min, rûyê xwe diguherîne ji min
Mekke ye dilê min,
xeyidiye êdî hew dixwaze bibîne rûyê min
keriyên min bê kûçik in
şevbihêrkên min zîval zîvalî
serê henekên min hilqetandî
û çavên mizgînên min kul
agirê min bi serî sond dixwar jî
hew di hewara min de tê
bextreşî
···
mişt dibezim mirinê, mişt
werîsê xeniqandina min ji keskesorê
Roma ye kenê min, rûyê xwe diguherîne ji min
Mekke ye dilê min,
xeyidiye êdî hew dixwaze bibîne rûyê min
keriyên min bê kûçik in
şevbihêrkên min zîval zîvalî
bi stêrkan re em rûdinin
û her şev
hesabê hatina te dikin em bi tiliyan
...stêrk westiyan, tefiyan
ê min jî çend stêrk hêviyên min ên vala mane
weke tifinga bêgule
an tu yê werî
min bikî xwedî stêrk
Semîramîs:
Êdî bimirim jî ne xem e.
Sinc:
Êdî bimire jî ne xem e.
Cîhan:
Êdî bimire jî ne xem e.
Evîn:(Jê re xem bû)
Ax Semîra ax! Çavên te rûyê te kûr kolaye...