JIN Û BEXTIYARIYA MALE
Gelek jin hene; bawer dikin ko rehet û xweşiya malê bi pere û dewlemendiyê ye. Le ne we ye. Seadet û bextiyari ne ji dew- lemendan bi tenê re ye. Xincikên belengazan hene ko seadet û bextiyari, ji qesra dewlemenda çêtir ê bêtir, tê de qerar digirin û bi rehell cih dibin.
Carina seadet sadegl ye û bextiyari pê rewşen û ges dibe. Sadegiya xwediya male ew e ko bi xelkê dora xwe re mihirvan û dilovan bibe, piçûkan neêşine, bi mezinan re ji adetê der midarayê neke. Bi van wesfan xwediya malê dikare hejkirina xelkê xwe, çi kiçik, çi mezin, ber bi xwe ve bikişine a bibe perestiya wan
Gelek tiştên bêehemiyet hene ko carina jin li ser wan disekinin û bi stûriyê pergara mala xwe xerab dikin. Ji xwe erin her tişti tevli hev dike û tamsariyê dixe hêlina seadete. Ji jinan re divêt ji mêran bisebirtir bibin û gava mer dixeyidin ew sebire bi xwe bidin.
Erin agireke, ji bo vekuştina wi, jê re av divêtin, jê re hênikahl gerek e, ne agireki din. Ber vê yekê gava mêr germ dibin divêt jin honik bibin û wê germiyê şirgerm bikin.
REWŞEN BEDIR-XAN