Ez jî ji temamî Kurdan re dibêjim, ku faşîst di welatê me de bi panzêrên Amerika pîrek û zarokên me biperçiqinîn, emê tev de herin devê sera yan û bejin, faşîstino, "Em hemû PKKyî ne, biji kurdistan û hûn çi dikin ji me bikin"
Însanê ku eşqa welatê wî pê re tine be, ji heywanan jî jêrtir e. Çima? Carinan gundek ji gundê ki din Keremê yan ji çêlekekê, gayeki dikire, te dît ew heyman ku filitî, direve diçe gundê xwe.
Evîn ji bo zarokan, evîn ji bo kevokan, evîn ji bo çiya û deştan, evîn ji bo çem û deryayan, evîn ji bo masiyan, evîn ji bo xwendinê, evîn ji bo roman û helbestan, evîn ji bo dar û beran, ji bo hespan, Pisîkan û ji bo hemû sewalan.